Meşa dirêj a ji Parîsê ber bi Starsboûrgê ve di roja 5. de ye

Qonaxa nû ya Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêber Apo ji Parîsê destpê kir, di roja 5’an de li bajarê Nantesê yê Fransayê dewam kir.

Çalakvan çûn serdana esnaf û saziyên Fransayê û dosyayên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Apo pêşkêş kirin.

Derbarê armanca çalakiyê de jî bi hoparloran agahî hatin dayîn.

Danê êvarê de jî li Navenda Civakî ya Nantesê civîneke ji gel re hate lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ku doh li bajarê Vannesê 4 nijadperestên Tirk êrişî çalakvanan kirin lê bi saya aramiya çalakvanan êrişkar hatin derxistin

Meş wê sibê li bajarê Rennes ê Fransayê berdewam bike û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle wê civîneke gel lidarbixe.

Wê 1’ê Sibatê ‘Meşa mezin a Azadiyê’ dest pê bike

Back to top button