Şêniyên Dêrazorê: Tevî êrişan jî em ê bi ser bikevin

Şêniyên kantona Cizîrê bertekên xwe li dijî êrîşan dîşan dan û gotin: “Em bêdengiya navneteweyî ya li hember êrîşan şermezar dikin.

Endama Komîteya Jinan a Kantona Dêrazorê Sena El Elî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got:

“Ew dixwaze ewlehiya li herêmê têk bibe.

Lê bila baş fêm bike ku bi hedefgirtina sazî û navendên stratejîk û xizmetguzariyê nikare vîna me bişikîne.”

Endamê Komîteya Lihevanînê ya Desteya Edaleta Cviakî Elî El Ehmed jî bang li hêzên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û got:

“Dewleta Tirk dixwaze binesaziya herêmê wêran bike.

Tevî zehmetiyan jî, em xwedî hêz û vîn in ku bikarin serkeftinê bi dest bixin.”

Li Til Birak û Dêrazorê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Back to top button