Dewleta Tirk a qirker li Minbicê bi balafirên bêmirov êrişî karkeran kir

Îro jî balafirên bêmirov yên dewleta tirk li ser asîmanê herêmê daneketin.
Dewleta qirker li Minibc, Kobanê û Şehba careke din êrişî gel kir.
Li Minibicê 2 karkerek birîndar bûn.
Şevê din di êrişa li ser rêya Amûdê de, welatiyek şehîd û 2 birîndar bûn.

Dewleta Tirk a qirker îro jî careke din berê balefirên xwe yên bêmirov da herêmê tayîbet Minbic, Kobanê û Şehba.

Karkerên gundê Boxaz ê rojavayê Minbicê ku zeytûn berhev dikirin bûn aramana êriş û balafirên bêmirov.

Welatiyê bi navê Mihemed Hemîd Şêxo birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Berkel a bajarê Minbicê.

Ez û malbata xwe û 6 karker ji bo berhevkirina zeyîtûnan diçûn.
Dema em gihiştin, balafira bêmirov a dewleta Tirk li me xist.
Ez û karkerekî din birîndar bûn. Ev ne care yekemîne ku li nava zeviyê Zeyîtûna li me dixe.
Beriya hefteyekê jî em topbaran kirin, em filitîn, lê vê carê balafir bi kar anî.
Em tenê diçin zeytûnê xwe kom bikin. Ew jî salê carek ê ye.
Erdoqan û çeteyên xwe nahêlin em karê xwe û jiyana xwe bi asayî jî bidomînin.
Banga me ji hêzên garantor re heye ku li hember van êrişan bisekinin.

Kobanê-Dewleta Tirk geraca alavan bombebaran kir

Piştî vê bombebaranê, di seatên piştî nîvro de jî, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li cihên alavên xizmetguzariyê ya li başûrê Kobanê bombebaran kir.

Şehba-Dewleta Tirk nuqteyeke hêzên Şamê bombebaran kir

Nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Zîwan ê Şehbayê jî hat bombebaran kirin û di encamê de zirarên madî çêbûn.

Amûdê-Nasnameya welatiyê di êrişan şehîd bû hat eşkerekirin

Şevê din 23 Mijdarê li navçeya Amûdê artêşa Tirk a dagierker erebeyeke ku 3 welatî tê de bûn bombebaran kir.

Dema malbatek bi erebeyê ji gundê Çolî yê başûrê Amûdê diçûn mala xwe ya li navçeyê bû armanca êrişê.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya welatiyê ku di bombebarana dewleta Tirk a li ser navçeya Amûdê de şehîd bûye eşkere kir.

Meclisê diyar kir ku welatiyê bi navê Ciwan Mihemed şehîd, 2 kesên din bi navên Munîr Ebid Faris û Ronak Silêman Mihemed birîndar bûn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya welatiyê şehîd jî eşkere kir:

Li gorî vê Nasnameya şehîd wiha ye.

Nav û paşnav: Ciwan Mihemed
Navê dayikê: Nefos Şêxê Elo
Navê bav: Silêman.

Meclisa navçeya Amûdê: Hêzên navneteweyî di van sûcan de şirîkin

Êrişa qirker ya dewleta Tirk li nava Amûdê jî rastî bertekên tund hat.

Meclisa Navçeya Amûdê êriş şermezar kir û wiha got:

Hêzên navneteweyî di van sûc û komkujiyan de şirîk in.

Meclisê daxuyakirin ku gelê Amûdê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kêleka şervanên xwe ne û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li kêleka wan bisekinin.

Back to top button