Çalakiya greva birçîbûnê di roja 45. de ye

Girtiyên siyasî 45 roj in ji bo azadiya Rêber Apo di greva birçîbûnê de ne.
Dîlgirtiyên azadiyê di şikandina tecrîdê de bi îsrarin.
Bi heman awayî çalakiyên Nobeta Edaletê jî dewam dike.
Îro jî xizmên girtiyan li ber Kampûsa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê bang li Wezareta Dadê û CPT’yê kirin û gotin:“Daxwazên girtiyên siyasî di heman demê de daxwazên gelê kurd in. Em dixwazin ev daxwazên wan bên bicihanîn.”

Çalakiya girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin bi biryardariyeke mezin dewam dike.

Çalakiya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin di roja 45’an de ye.

Dîlgirtiyên Azadiyê herroj bi peyamên ku dîşînin diyar dikin ku ew di biryara xwe de bi îsrarin.

“Daxwazên girtiyan daxwazên gelê Kurd e”

Bi heman boneyê xizmên girtiyan jî di nava çalakiyan de ne.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku li 7 bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatiye destpêkirin di roja 38’an de ye.

Malbatan, çalakiya xwe ya îro li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê li dar xistin.

Tevî barana zêde jî li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn.

Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan û siyasetmedar jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya demokratîk em bibin dengê zindanan” hate vekirin.

Di daxuyaniyê de qala girevên birçîbûnê û çalakiyên Nobeta Edaletê hate kirin û hate diyar kirin ku divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku tecrîda li îmraliyê sepana dermirovî ye û hate gotin:

“Daxwazên girtiyên siyasî di heman demê de daxwazên gelê kurd in.

Lewma divê Wezareta Dadê û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hêj greva birçîbûnê veneguherî qonaxeke xeternak daxwazên girtiyan bicih bînin. “

Back to top button