Rûsya nêzî 2000 leşkerên Parastina Aştiyê dişîne Qerebaxê

Piştî lihevkirina navbera Rûsya, Ermenistan û Azerbeycanê, Hikûmeta Rûsî nêzî 2 hezar leşkerên “Parastina Aştiyê” li herêma Qerebaxê bi cih dike.

Rûsyayê ragihand ku duh Hêzên Parastina Aştiyê bi balafiran gihîştin û piştre wê li Qerebaxê li cihên diyarkirî werin belavkirin.

Moskoyê bi giştî, hezar û 960 leşker, 90 erbebeyên zirxî û 380 erebeyên din şandine.

Tê payîn, ev hêz û erebe piştî vekişîna hêzên Ermesintanî ji rêzeqadên ku Azerbeycanê cardin kontrol kirine, bên bicihkirin.

Her wiha piştî peywendiya telefonî ya serokkomarê Tirkiyê Erdogan û hempîşeyê wî yê Rûs Putin, Tirkiye jî wê digel Rûsyayê mekanîzmeya agirbesta li Qerbebaxê ji navendeke çavdêriyê ya hevbeş, bi rê ve bibe.

Li gorî Berdevka Wezareta Derve ya Rûsî Mariya Zaxarova, navenda çavdêriyê ya Rûsî-Tirkî, wê li ser xaka Azerbeycanê be û ti têkiliya wê bi Hêzên Parastina Aştiyê nîne.

Back to top button