Rêxistina Alman “Welthungerhilfe” ji biryara nûavakirina malan li Efrînê bi paş de vegeriya

Rêxistina Alman a Alîkariya Birçîbûnê ya Cîhanî (Welthungerhilfe) ji biryara xwe ya nûavakirina malan li Efrînê bi paş de vegeriya.  

Piştî gilînameya 28 Rêxistinên Hiqûqî û Sivîl ên Sûrî, Rêxistina Alman 10ê vê mehê daxuyaniyek da û tê de vegera xwe ji biryarê ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, wan tirsa rêxistinên Sûrî di ber çavan re derbas kiriye, ji ber ev yek dê ziyanê bigihîne rêgezên mirovahiyê û guhertina demografîk xurt bike, ew ê ti projeyeke wisa li herêma Efrînê bi pêş nexin.

Desteya Qanûnî ya Kurdî li ser zimanê hemû rêxistinên Sûrî yên li ser gilînameyê îmze kiriye, spasiya Rêxistina Alman kir.

Di vê projeyê de, biryar bû 400 malên li Ezaz û Efrînê ji bo bicihkirina malbatên koçber li şûna şêniyên resen hatibana nûkirin û duristkirin.

Back to top button