Di salvegera 24’an ya komploya navnetewî de li bakur û rojhilatê Sûriyê meş û çalakî hatin lidarxistin. Li gelek deverên herêma Firatê, Şehbayê û Helebê bi hezaran kes daketin qadan û ji bo azadiya Rêber Apo peyama mezinkirina têkoşîna dan.
Li bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotemê bi hezaran kes îro daketin qadan û daxwaza azadiya rêber Apo kirin.
Li bajarê Berxwedanê Kobanê gel bi meşekê Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.
Kesên ku tevlî meşê bûn anîn ziman ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo ew li ser piyan in.
Li Minbicê jî bi hezaran kes daketin qadan û komploya navnetewî şermezakirin û banga azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin.
Bi hezaran ji pêkhateyên Reqayê bi heman armacê daketin qadan û komplo şermezar kirin.
Li Dêrazorê jî Salvgera 24’an ya komploya 9’ê Cotmehê hate şermezar kirin.
Li Heleb û Şehbayê hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan
Gelê Efrîn û Şehbayê jî daketin qadan û banga azadiya Rêber Apo kirin.
Li Helebê jî komploya li dijî Rêber Apo hat şermezar kirin û peyama têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo hate dayîn.



