Salvegera 3.a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spiye

Îro 3’emîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spiye.
Di encama dagirkirina van her du bajaran de zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn û dehan kes jî bi hovane hatin kuştin. Di nava sê salên bihurî de dewleta Tirk û çeteyên xwe sûc û hovîtiya xwe ya li van herêman bê navber dewam kir.
Heta îro jî cîhan li pêşberî van binpêkirin û kiryarên li dijî qanûnên navntewî û mirovahiyê bê deng e.

Îro sêyemîn salevgera êrişên dewleta Tirk li dijî herdû bajaran Serê Kaniyê û Girê Spî ye..

Balafir û topên NATO’yê, mal bi erdê re kirin yek, zarok, jin, temenmezin kuştin..

Çekên kîmiyewî û qedexekirî li dijî wan hatin bikaranîn û Mihemed ji Serê Kaniyê vê rastiyê belge dike..

Di wan êrişan de, bi sedhezaran mirovî da ser rêya koçeriyê da ku ji kuştin û sûcên şer rizgar bibin..

Rêxistina Mafê Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûrî bûyerên di êrişan û piştî êrişan belge kirine..

Li gorî wê..

  • Bêhtirî 300 hezar kes koçber bûn.
  • 136 kes hatin kuştin.
  • 293 jî birîndar bûn.

Di nava wan de 64 zarok in

  • 4 rojnamegeran jiyana xwe ji dest da û 6 rojnameger jî birîndar bûn.

Mîna Efrînê, piştî dagirkirinê senaryoya binpêkirinan li Serê Kaniyê û Girê Spî jî dest pê kir.

Di nava 3 salan de 424 kes hatin revandin di nav de 30 jin in

Rêxistinê eşkere kir ku,

  • 424 kes hatin revandin, di nav de 30 jin in
  • 15 gundên Kurdên êzidî yên li Serêkaniyê û derdora wê hatin valakirin.

65 xaniyên Êzdiyan hatin desteserkirin.

100 xanî jî li gundên Dawûdiye û Xirbet Cemo hatin rûxandin û li şûna wan navendeke leşkerî hate avakirin.

  • Çeteyan bi hinceta “lêgerîna xezîneyê” gorên êzidiyan vekirin û cenaze jê derxistin.
  • 55 malbat û 400 endamên DAIŞ’ê yên iraqî wekî çete anîn Serêkaniyê û Girê Spî.
  • 2500 çeteyên Sûrî û malbatên wan ji Idlibê anîn herêmê.

Bûyerên bi vî awayî heta niha jî li herêmên dagirkirî pêk tên.

Di heman çarçoveya kûrkirina birîna xelkê Serê Kaniyê û Girê Spî de, Ofîsa koçber û penaberan a Rêveberiya Xweser eşkere dike ku heta niha Neteweyên Yekûbûyî alîkarî nedaye koçberan..

Tevî ku li Kampên Waşûkanî, Serê Kaniyê, Newroz û Til Semin hatin bicihkirin.

Di wextekê de ku binpêkirinên lihevkirina agirbesta Cotmeha 2019’an jî ji hêla dewleta Tirk ve dewam dike.

Li gorî bendên wê, Hêzên Sûriya Demokratîk bi 30 dûrî sînor werin belavkirin û Hêzên Hikûmeta Şamê werin bicihkirin.

Lê belê ji wê çaxê de dewleta Tirk zêdetirk 3500 carî êriş pêk anîne û balafirên dron jî bi kar tîne..

Zêdetirî 180 kes ji ber van êrişan şehîd bûne û gelek malên xelkê jî hatine hilweşandin.

Back to top button