Li Efrînê çeteyan sivîlekî 73 salî ji gundê Mosekayê kuşt

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne cejnê û ne jî rojên pîroz nas dikin. Herî dawî çeteyan temenmezinekî 73 salî ji gundê Moseko yê Recoyê kuşt. 

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Surî, diyar kir ku çeteyan Nezmî Reşîd Ekaş ê 73 salî ji gundê Moseko yê Recoyê kuşt.

Navendê da zanîn ku ji ber Nezmî nehiştiye malbatên çeteyan pez di nava darên wî de biçêrinin, çeteyan ew êşkence kir û piştre ew kuştin.

Çete bi bihaneya cejnê, bacan ji şêniyan distînin

Li aliyê din, çete di bin navê”Cejnê” de, bacan ji şêniyên Efrîn distînin.

Rêxistina mafên mirovan a Efrînê jî, ragihand ku çeteyan li gundê Tirindê yê navenda bajêr, bac ji malên Kurdan standine û 500 hezar L.S li muxtarê gund sepandine.

Her wiha çete li ser qaşo bendên kontrolê, ji her erebeyekê pereyan distînin.

Çeteyên dewleta Tirk li heman gundî, mala Sibhî Ebdelo veguherandiye navendeke leşkerî.

Back to top button