Bi boneya cejna Remezanê, Nûnerê Amerîka yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî William Robak peyameke pîrozbahiyê ji MSD’ê re şand.
Robak di peyama xwe de, cejna Remezanê pîroz kir û got:
Tevî belavbûna vîrûsa Coronayê, lê ez bawer im wê giyanê cejnê xurt bimîne, aştî û aramiyê ji gelên herêmê re pêk bîne.
Robak hevalî û hevkariya bi Meclisa Sûriya Demokratîk teqez kir û anî ziman ku bi vê hevkariyê ew ê hemû zehmetî û rikberiyan têk bibin, her wiha ew ê pêşerojeke baştir ji hemû Sûriyan re peyda bikin.
Berî çend rojan jî, nûnerê Amerîka yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Rêveberiya Xweser re teqez kiribû ku cezayên “Qanûna Qeyser” li ser herêmên wan nayên sepandin.