Hikûmeta Şamê, qedexekirina derketina derve ya bi şev rakir

Hikûmeta Şamê îro, çûnûhatina nava parêzgehan û qedexekirina derketina derve ya bi şev ku bi temamî hatibû sepandin, rakir.

Her wiha dema vekirina dikan û bazaran, ji seat 8 sibehê heya 7 şevê dirêj kir.

Lê hîna jî, kombûyînên şînî û şahiyan, salonên werzîşê û xwaringeh qedexekirî ne.

Duh jî, Wezareta Tendurstiyê ragihandibû ku, 20 kesên din ku ji derveyî welêt derbasî Sûriyê bûbûn, bi vîrûsê ketine.

Bi vê jimara mezin, kesên ku li Sûriyê heya niha bi vîrûsê ketine, gihaşt 106’an.

Her wiha jimara kesên rewşa wan baş bûye jî 41 e û ya miriyan jî gihîştiye 4 kesan.

Back to top button