Japonya wêneya wesayîta ku gihiştiye hevyê weşand

Japonya wêneya wesayîta bê mirov a bi navê SLIM a ku gihiştiye hevyê weşand.
Bi vî awayî Japonya welatê pêncemîne ku wesayîtê xwe li ser rûyê hevyê dadixe.

Ajansa Lêgerîna Fezayê ya Japonyayê ragihand ku wesayîta heyvê 100 metre dûrî hedefa xwe daketiye û ragihand ku peywira ‘daxistina rast’ bi ser ketiye.

Japonya bû welatê pêncemîn ku di dawiya hefteyê de wesayîta xwe ya bêmirov a bi navê SLIM li ser rûyê Heyvê daxist.

SLIM’a Wesayîta Daketina Bi aqil 2 saet û 37 deqe berî ku wesayit hêza xwe winda bike, hemû daneyên daketinê wergirt.

Rêveberê projeya wesayîta daketinê Şînîçîro Sakayî di civîna çapemeniyê de got:

“Me ispat kir ku em li ku derê bixwazin dikarin dakevin.”

Ev yek ji bo cihên ku li heyvê nehatiye keşîfkirin dakevin hîn zêdetir mirovan teşwîq bike ku wesayîtên Japonî tercih bikin.”

Her wiha Şînîçîro Sakayî da zanîn ku dema daketina wesayîtê de yek ji du motorên sereke yê wesayîtê sekiniye û ji ber vê 55 metro dûrî heyvê maye.

Back to top button