Parêzer Mehdî Zana Kaya: Rabûna li ber tecrîdê mafê aştiyê yê civakê ye

Ji parêzerên ku ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dan Mehdî Zana Kaya têkildarî tecrîdê axivî û got:
“Heta ku tecrîd hebe dê şer jî hebe.
Lewma rabûna li dijî tecrîdê mafê aştiyê yê civakê ye.”
Her wiha Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez jî diyar kir ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe.

Ev 34 mehin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û dagirkeriya tirkiyê her ku diçe tecrîdê girantir dike.

Herî dawî hezar û 330 parêzer ji bo bidawîbûna tecrîdê serî li Wezareta Dadê dan da ku hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin.

Yek ji van parêzeran jî endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê-OHD Mehdî Zana Kaya bû.

“Krîzên civakî, siyasî û aborî bi tecrîdê ve girêdayî ne”

Mehdî Zana Kaya têkildarî mijarê axivî û balkişand li ser sîstema tecrîdê û got:

“Armanc ji tecrîdê ew e ku Ocalan ji civakê were dûrxistin.

Hemû krîzên civakî, siyasî û aborî bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ne.

Îro bi milyonan kes Abdullah Ocalan wekî Rêberê xwe dibînin.

Dema ku pêvajoya diyalogê bi Ocalan re nebe, şer rû dide.”

“Çareserkirina meseleya Kurd bi hevdîtina bi Rêber Apo re pêkan e”

Kaya diyar kir ku dema hevdîtin bi Rêber Apo re neyê kirin, dê ji bilî têkoşînê tiştekî din nemîne û got:

“Çareserkirina meseleya kurd bi awayekî demokratîk bi hevdîtina bi Rêber APo re pêkan e.”

“Bêdengiya rayedaran ji ber polîtîkbûna darazê ye”

Kaya anî ziman ku tevî hewldanên hemû parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re, rayedar bêdeng man û wiha pê de çû:

“Bêdengiya bi vî rengî ji ber polîtîkbûna darazê ye.

Hemû saziyên din bi taybetî jî daraz di bin zextên desthilatê de ye.

Em dizanin ku nasnameyên serdest jî bandor ji vê pêvajoyê girtin.”

“Heta ev tecrîd wisa bidome wê şer jî bidome”

Kaya diyar kir ku heta ev rewş wisa bidome wê şer jî bidome û ev yek anî ziman:

“Ji ber vê yekê rabûna li dijî tecrîdê mafê aştiyê yê civakê ye.”

Wekîlê DEM Partiyê Duşunmez: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe

Her wiha Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan-DEM Partiyê Onûr Duşunmez jî têkildarî mijarê axivî û got:

“Em dibêjin ku heke dewlet têkildarî aştiyê gavekê biavêje, rê û vîn di Îmraliyê re derbas dibin.

Em bawer dikin ku bi perspektîfa ji girava Îmraliyê derkeve dê aştî pêk were.”

Meşa Dirêj a ji Parîsê ber bi starsboûrgê ve di roja 4.de ye

Back to top button