Rûsya: Dema Amerîka li Iraqê vekişe dê li Sûriyê jî vekişe

Nûnerê Taybet a Sûriyê Aleksandir Lavrentyev ji ajansa nûçeyan a Rûsî re balkişand li ser vekîşîna Amerîka li Iraqê.
Lavrentyev diyar kir piştî ku Amerîka li Iraqê vekişe dê li Sûriyê jî vekişe.
Her wiha Aleksander Lavrentyev li ser hebûna Tirkiyê li Sûriyê jî nirxandin kir û got: “Hebûna dewleta Tirk li Sûriyê li pêş normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de asteng e.”

Nûnerê Taybet a Sûriyê Aleksandir Lavrentyev ji derbarê kiryarên Amerîkayê li Rojhilata Navîn de ji ajansa nûçeyan a Rûsî Ria re axivî.

Aleksandir Lavrentyev balkişand vekişîna Amerîka li Iraqê û diyar kir ku hempişeyên wî yên Iraqê ji vekişîna Amerîkayê de agahî dane.

Her wiha Lavrentyew di nirxandina xwe de ev tişt anî ziman:

“Dibe ku Amerîka bi her awayî vekişînê wê dereng bihêle.

Ji ber ew ji bo vekişînê ne amede ne.

Ew difikirin ku weke vekişîna li Afxanîstanê wan lewaz nîşan bide.

Piştî li Iraqê vekişîn wê li Sûriyê jî leşkerên xwe vekişînin.

Ji ber bêyî Iraqê nikarin piştgiriya lojîstîkî ya Sûriyê pêk bînin.”

Li aliyê din Lavrentyev anî ziman ku Rûsya û Amerîka ji bilî rojhilatê Firatê di mijara Sûriyê de lihev nekirine.

Nûnerê Taybet a Sûriyê got:

“Hemû danûstandinan sekînî û baregeha Tenif û rojhilatê Firatê jî di nav de hemû planan bi fiilî pêk nayên.”

Lavrentyev: Hebûna Tirkiyê li Sûriyê têkîliyan asteng dike

Her wiha Aleksander Lavrentyev li ser hebûna Tirkiyê li Sûriyê jî nirxandin kir.

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê Sûriyê Aleksander Lavrentiev ragihand ku di meseleya vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyê de tu pêşketin çênebûne.

Lavrentyev anî ziman ku hebûna dewleta Tirk li Sûriyê li pêş normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de asteng e.

Lavrentyev diyar kir ku lidarxistina civînekê li ser asta wezîrên parastinê ne pêkan e.

Her wiha Lavrentiev eşkere kir ku niha di navbera nûnerên saziyên îstixbaratê yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê de têkilî hene.

Back to top button