Rêxistina Efûyê ya Navdewletî: Tirkiye û çekdarên xwe sûcên şer kirine

Rêxistina Efûyê ya navdewletî ragihand ku Dewleta Tirk di êrîşên xwe de sûcên şer li dijî sivîlan pêk aniye..

Rêxistinê bi raporekê li ser malpera xwe destnîşan kir ku, gelek belge di destê wan de hene.

Rêxistinê di rapora xwe de cih da şehdeta 17 xebatkarên alîkariya lezgîn, tendiristiyê, ên ku hatine bêcihûwarkirin, nûçegihan û xebatkarên mirovî.

Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navdewletî bal kişand ser şehadeta Sekretera Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef jî û destnîşan kir ku, ”Ji hêla koma Ehrar El Şarqiyê ve ji seyareya wê hat derxistin, lêxistin û bi xwînsar hate kuştin.”

Her wiha têkildarî Hevrîn, Rêxistinê behsa rapora nexweşxaneyê jî dike û teqez dike ”di serê wê de şopa gelek guleyan hene û qoqê serê wê hatiye şikandin.”

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî têkildarî heman bûyerê diyar kir ku ” heman rojê û koma navborî bi kêmanî 9 şervanên Kurd êsîr girtin û kuştine.”

Leave a Reply

Back to top button