Li Zanîngeha Kobanê ezmûnên navberê qediyan

Li Zanîngeha Kobanê ezmûnên navberê yên werza duyemîn bi dawî bûn.

Li Zanîngeha Kobanê ezmûnên navberê yên werza duyemîn 15’ê Nîsanê dest pê kiribûn û îro bi dawî bûn.

815 xwendekar ketin ezmûnan.

Ezmûnên dawiya salê jî dê di dawiya meha Tîrmehê de dest pê bikin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim anî ziman ku proseya ezmûnan serkeftî derbas bû.

Şervan Muslim îşaret pê kir ku erdheja 6’ê Sibatê bandor li psîkolojiya xwendekaran jî kir û got:

“Bi tevkariyê em bandorên psîkolojîk derbas dikin.”

Back to top button