HPG: Qadên garê û gûndên derdor 86 caran hatin bombebaran kirin

HPG’ê têkîldarî nûçeyên derew ên dewleta Tirk daxuyaniyek da û ragihand ku îdîayên medya Tirk ên ku dibêjin 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane dûrî rastiyane û derewin.
Her wiha HPG’ê ragihand ku di 18 û 19’ê Nîsanê de Qadên Berxwedanê 86 caran hatine bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek belav kir.

HPG’ê diyar kir ku îdîayên medya Tirk ên ku dibêjin 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane dûrî rastiyane û derewin.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin:

“Artêşa Tirk a dagirker 18’ê Nîsanê êrişeke berfireh li dijî Garê pêk anî.

Gelek qadên Garê û gundên li derdorê 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Wezareta şerê taybet îdîa kir ku di van êrişan de 6 windahiyên me hene.

Lê belê di van êrişên hewayî de ti windahiyên me nîne.”

Her wiha HPG’ê balkişand ser sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û wiha got:

“18’ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Heman rojê qada Girê Biharê, zeviyên gundên Kanîsarkê, Yekmalê, Gûzê, Şiyê, Zêvkê, Sêdarê yên Garê, quntara Sîserê, qadên Girê Egîd û Deşta Kafya 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18 û 19’ê Nîsanê jî li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê 4 caran bi helîkopteran, 57 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Back to top button