Salih Muslim derbarê civîna 4 alî de axivî

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku hikûmeta Şamê ji bo vekişîna Tirkiyeyê ji herêmên dagirkirî, şert û mercên şênber ava nekiriye û got: ”Desthilatdariya Tirk ew ê di vê mijarê de li ser soza xwe nesekine. Hêviya ku Tirkiye soza xwe pêk bîne, wê xeyal be.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li ser hevdîtinên Enqere-Şam-Tehran-Moskow, şertên ku Şamê pêşkêşî Enqereyê kir û armancên wê axivî.

Muslim da zanîn ku divê gelê Kurd li hember kombûna Rûsya, Îran, Enqere û Şamê baldar be û got, “Rejîma Sûriyeyê dijminê Kurdan e.

Salih Muslim: Hesabê hêzek hevpar li dijî me tê kirin

Tirkiye jî dijminê stratejîk. Nêzîkatiya Îranê ya ji bo pirsgirêka Kurd diyar e. Rûsya ji bo berjewendiyên xwe dixwaze van hemûyan bîne cem hev.

Li ser tinekirina kurdan li Sûriyê tên cem hev. Hemû pirsgirêkên wan Kurd in. Li vir armanc ji holê rakirina rêberiya ku mafê hemû gelan diparêze ye.

Hesab dikin ku li dijî Rêveberiya Xweser bi Şam, Tirkiye û çeteyan re hêzeke hevpar ava bikin.”

Salih Muslim: Pêwîste ji serdemên berê ezmûn bihata derxistin

Salih Muslim der barê şertê ku hikûmeta Şamê ya derketina Tirkiyê ji herêmên dagirkirî jî ev tişt got: “Rêjîma Sûriyeyê di esilê xwe de wiha negotiye.

Gotiye bila planekê deynin pêşiya me, bi me bidin bawerkirin ku wê ji axa me vekişin û gotiye divê Rûsya ji bo vê yekê garantor be.

Dikarin piştre bibêjin me li hev nekir. Daxwazên Sûriyeyê rast in, lê hêviya ku Tirkiye soza xwe pêk bîne, wê xeyal be. Tirkiye ti carî soza xwe pêk nayne.

Em ne li dijî wê yekê ne ku Sûriye û Tirkiye bi hev re rûnin û têkiliyên cîrantiyê yên baş pêk bînin, lê ya ku hatiye kirin ne rast e.

Gotinên faşîzma Tirk ne rast in. Tiştekî dibêje, tiştekî din dike. Soz dide, lê pêk nayne. Pêwîst e ji serdemên berê ezmûn bihatana derxistin.”

Salih Muslim: Em jî parçeyek ji Sûriyê ne

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka li Sûrî jî ev tişt anî ziman:

“Em tu carî ne li dijî dewletên Ereban û têkiliyên bi wan re ne. Em ne li dijî wê yekê ne ku Sûriye bibe endamê Yekîtiya Ereban.

Em jî beşek ji Sûriyeyê ne. Heta niha rojek jî dijminatî û daxwaza parçebûnê nebûye. Em jî dixwazin ku ew bibin yek.

Em dixwazin têkiliyên wan bi her kesî re hebe, çi Misir, Erebistana Siûdî û Îmarat. Em ne li dijî wê ne.

Ji bo me ya girîng ew e ku li Sûriyeyê demokrasî hebe. Rêz ji gelê xwe re bigirin. Werin em bi hev re pirsgirêkên navxweyî çareser bikin.”

Back to top button