QSD’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di êrişa doh ya li Qamişlo de şervanekî wan şehîd bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encama êrişa duh li Qamişlo eşkere kir.
QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk bi balafireke bêmirov êrişî erebeya şervanê wan kir.
Di encamê de şervan Mîtan Şoreş şehîd bû û hevalên wî yên sivîl jî birîndar bûn.
QSD’ê eşkere kir ku şervanê wan ji bo serdana mala xwe bike hatibû Qamişlo.