Husiyan li Yemenê keştiyê şer a Amerîkî armanc girt

Hûsiyên Yemenê ragihand ku wan li Kendava Adenê û Tengava Bab El-Mendeb li keştiyeke şer a Amerîkayê xistine û 2 keştiyên bazirganiyê neçar kirine ku paşde vegerin.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan ji bo bersivdayîna êrîşên Amerîka û Îngilîstanê li Kendava Adenê û Tengava Bab El-Mendeb bi keştiyên şer ên Amerîkayê armanc girtine.

Serî diyar kir ku li herêmê pevçûnên bi keştiyên şer ên Amerîkayê yên ku keştiyên bazirganiyê diparêzin zêdetirî 2 saetan dewam kir û wiha got:

“Me li yek ji keştiyên şer ên Amerîkayê xist û 2 keştiyên bazirganiyê neçar man vegerin.”

Serî da zanîn ku wan ew êrîş bi mûşekên balîstîk pêk anîne û her wiha hin ji wan mûşekan tevî hewldanên keştiyên şer ên Amerîkayê, gihîştine armancên xwe.

Serî diyar kir ku ew ê êrîşên xwe yên li Behra Sor bidomînin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Hûsiyan 3 fuzeyên balîstîk ên dijî keştiyê ber bi keştiyeke barhilgir a bazirganî ya bi ala Amerîkayê ya ku li Kendava Adenê digeriya, avêtin.

CENTCOMê diyar kir ku 2 fuze ji aliyê keştiya leşkerî ya USS Gravely ve hatine bêbandorkirin û ya din jî ketiye behrê.

Hûsiyan bang li Amerîka û Îngîlîstanê kir

Back to top button