YE derbarê penaberiyê de biryarên nû girt

Yekîtiya Ewropayê (YE) girêdayî rewşa koçberan biryarên nû girtin.
Li gorî wê biryarê wê welatên Ewropayê salane herî zêde 30 hezar penaber bigrin.
Wezîra Koçberiyê ya Swêd û Wezîra Karên Hundir a Alman jî ev biryar weke dîrokî binav kirin.

Yekîtiya Ewropî (YE) piştî çend salan xitimandina li ser rêgezên hevbeş ên koçberî û penaberiyê gihiştin lihevkirinekê.

Wezîra Koçberiyê ya Swêdê Mariya Malmer Stenergard ragihand ku piştî danûstandinên çend salan, wan gaveke dîrokî avêt.

Stenergard diyar kir ku wezîran li ser du lingên sereke yên reforma sîstema penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê li hev kirine û got:

“Di navbera berpirsiyarî û hevgirtinê de ji bo parvekirina penaberan di navbera welatên endam de hevsengiyeke baş hatiye avakirin.”

Ev pêngav wê piştgiriyê bide welatên endam ên ku herî zêde di bin zexta koçberiyê de ne.”

Wezîra Karên Hundir a Almanyayê Nancy Faeser jî diyar kir ku Ev biryarên li dora maseyê ji bo her kesî ne hêsan in, lê biryarên dîrokî ne.

Wezîra Swêdê: Salane wê tenê 30 hezar penaber were qebûlkirin

Têkîldarî biryarên ku YE girtî Wezîra Swêdî Stenergard ev agahî parvekir:

Welatên endam ku penaberan qebûl nekin dê serê her penaberekî 20 hezar euro bidin welatên penaberan digirin.

Di qonaxa yekem de salane herî zêde 30 hezar penaber wê bên qebûlkirin.

Demê nirxandina serlêdana penaberiyê wê herî zêde 6 meh be.

Wezîra Swêdê diyar kir ku tenê Polonya û Macarîstan li dijî peymanê derketin, Bulgarîstan, Malta, Lîtvanya û Slovakya jî bêalî man.

Lê biryar ji bo hemû welatên endam derbas dare.

Back to top button