Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker li herêma Biradost teqemeniyan diavêje eraziyê û ev jî li ser jiyana gundiyan metirsiyê çêdike.
Artêşa Tirk a dagirker a li herêma Biradostê li Başûrê Kurdistanê bomberdûman û topbarana li hember welatiyan didomîne, niha jî serobero teqemeniyan diavêje eraziyê.
Teqemeniyên ku helîkopterên artêşa Tirk avêtine eraziyê û li ser jiyana gundiyan metirsiyê çêdike hatin dîtin.
Li gor agahiyên pisporan di van teqemeniyên de gaza fosforê hatiye dîtin.