Hikûmeta Şamê herêma El-Seyde Zêneb xist karantînayê

Piştî ku ragihandina 6 kesên din ku bi vîrûsa Coronayê ketine, Hikûmeta Şamê herêma El-Seyde Zêneb a li gundewarê Şamê xist Karantînayê.

Li gorî Ajansa SANA ya girêdayî hikûmeta Şamê, Tîma hikumetê ya têkildarî stratejiya li dijî Corona li Sûriyê, biryar da ku herêma El-Seyde Zêneb a li parêzgeha gundewarê Şamê xistin Karantînayê.”

Ev biryar Piştî çend saetan ji ragihandina 6 kesên din bi Coronayê ketine hat girtin.

Hikûmeta Şamê duh jî piştî wefata jinekê ji ber vegirtina vîrûsa Coronayê bajarokê Minîn xist Karantînayê.

Back to top button