Şêniyên gundê Um Hicêra yê li ser rêya Holê-Hesekê ji ber rewşa xirab a jiyanê çalakiyek protestoyî li dar xist. Şêniyan rê birîn û daxwaza başkirina şert û mercên jiyanê kirin.
Bi pêşengiya jinan, şêniyên gundê Um Hicêra yê li ser rêya Holê-Hesekê, îro li hember xirabûna şert û mercên jiyanê û kêmbûna xizmetguzariyan xwepêşandanek li dar xist.
Şêniyan li ser rêya sereke ya ku di gund re derbas dibe, teker şewitandi, kevir danîn û rê nedan tankerên petrola xav digihînin rafineriyan derbas bibin.
Xwepêşanderan dirûşmeyên wekî “Em birçî û tî ne… gel dixwaze bijî” qîr kirin û nerazîbûna xwe li hember zêdebûna bihayê sotemeniyê nîşan dan.
Bihayê lîtreyek mazotê gihîşt nêzîkî 15 hezar lîreyan, her wiha lêçûna dagirtina depoyek avê gihîşt nêzîkî 100 hezar lîreyan, vê yekê barê aborî li ser şêniyan zêde kir.
Şêniyan bang li hikûmeta demkî kirin ku tedbîrên lezgîn bigire da ku sotemenî peyda bike û xizmetên bingehîn ên wekî nan, av û elektrîkê baştir bike.



