Piştî êrişan şênî ji bo sotemeniyê alternatîfên xwe çêdikin

Şêniyên kantona Cizîrê piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku binesaziya herêmê wêran kir, li şûna gazê û sobeyên mazotê, rêbazên alternatîf bi kar tînin.

Êrişan bandor li navçeya Şedadê wekî navçeyên din ên kantona Cizîrê kir.

Şêniyên wê piştî qutbûna gazê û mazotê, serî li rêbazên alternatîf da, wekî papora neftê û êzingan.

Welatiya bi navê Zehra El Ebdullah a ji navçeya Şedadê diyar kir ku ew neçar man rêbazên din ên enerjiyê peyda bikin û li şûna gazê serî li paporê û neftê dan ji bo ku xwarinê çêkin.

Lê belê Zehra diyar kir ku ev amûr li ser jiyana wan û zarokan xetere ye, ji ber ku dibin sedema şewatan.

Her wiha anî ziman ku zehmetiyan di peydakirina nefta paporê de dikişînin ji ber ku stasyonên enerjiyê rawestiyane.

Zehra got ji ber kêmbûna mazota germkirinê, şênî xwe li ber sobeyên êzingan germ dikin.

Back to top button