Rûspiyên El Xewatne: Helwesta hikumeta Şamê şermokî ye

Rûspiyên êla El Xewatne ya Ereb li ser êrşan axivîn û destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişan şermokî ye.

Li ser mijarê El Receb bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişan şermezar kir û bang lê kir ku helwesta xwe ya “şermokî” zelal bike.

Rûspiyê bi navê Mehmûd El Subah jî bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe bînin cih, herêmê û navendên wê yên stratejîk biparêzin û wiha domand:

“Çi dikin bila bikin, lê em dev ji projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bernadin.

Em ê her û her piştgiriya hêzên xwe û rêveberiya xwe bikin.

Ji ber ku ew projeya yekane ye ku rûmet û mafên gelê herêmê dabîn dike.”

Back to top button