Konfiransa 2. a ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ li Londonê hat lidarxistin

Lîderê berê yê Partiya Karker Corbyn li Konferansa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ axivî û got: “Heta ku Abdullah Ocalan girtî be, aştî û çareserî li Tirkiyê pêk nayê.”

Konferansa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ ya 2’yemîn ku li paytexta Îngilistan Londonê bi pêşengiya sendîkayan û Meclîsa Gel a Kurd hat lidarxistin, bi dawî bû.

Di konferansê de lîderê berê yê Partiya Karkeran û parlamenter Jeremy Corbyn ev nirxandin kir:

Serokê berê yê partiya Karkeran Jeremy Corbyn

“Dem ew dem e ku mafên Kurdan ji wan re bê dayîn.

Kurd ji bo karibin nasname û zimanê xwe biparêzin bi biryardarî têkoşiyan.

Jeremy Corby: Dem ew deme ku mafê Kurdan bê dayîndayîn

Bi hezaran Kurd di riya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane.

Min serdana Kurdistanê kir. Fêhm dikim ku xweparastina Kurdan çiqasî bi wate ye.

Ji bo Kurdan heta niha jiyaneke aştiyane çênebû.

Encama ji erdhejên li Tirkiyê û Sûriyê derkete holê, eşkere kir ku li hemberî Kurdan sîstemeke çawa bêrehm heye.

Hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyê alîkariya ji bo Kurdan tê astengkirin.

Ev jî nîşan didin bê ka li hemberî Kurdan çi tê kirin.”

Jeremy Corbyn: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e

Corbyn destnîşan kir ku divê ew giraniyê bidin ser karên ji bo aştiya demdirêj û got: “Heta ku Abdullah Ocalan girtî be, aştî û çareserî nepêkane.”

Corbyn her wiha spasiya gelê Kurd kir ku piştevanî di erdhejê de ji bo mexdûran kir û bi gotina “Bijî gelê Kurd” dawî li axaftina xwe anî.

Back to top button