Di civîna COP15’ê de, peymanek dîrokî

Li Kanadayê ji bo rawestandina tunekirina cihêrengiya biyolojîk û çavkaniyên ji bo mirovahiyê girîng in, li hev kirinek dîrokî pêk hat.

Nûnerên dewletan ên li bajarê Montreal a Kanadayê di civîna bilind a COP15’ê de civiyan.

Serokê Çînî yê COP15’ê ragihand ku peymana armanca wê parastina baştir a cihêrengiya biyolojîk a li ser gerstêrkê ye, îro siharê hate qebûlkirin.

Metn roja Yekşemê ji aliyê Çînê ve hate pêşkêşkirin.

Daxuyaniya ku têde nêzî 20 tedbîr hene, li gorî Peymana Avhewayê ya Parîsê ku armanc dike germahiya global bi +1,5 pileyî bê sînorkirin, tê dîtin.

Niha tenê ji sedî 17’ê bejahiyan û ji sedî 8’ê deryayan tên parastin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka aborî ya hê jî di navbera Nîvgirava Bakur û Başûr de wek pirsgirêkek nêz e, tê pêşniyarkirin ku heta sala 2025’an alîkariya navneteweyî ya ji bo cihêrengiya biyolojîk “herî kêm bigihêje 20 mîlyar dolarî.”

Ev mîktar heta sala 2030’an jî herî kêm bigihêje “30 milyar dolarî”.

Back to top button