Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 95 roj in didome

Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome.
Her wiha greva giştî ya ku tê payîn 3 rojan li seranserê welêt bidome, îro dest pê kir.
Li aliyên dewleta Îranê careke din xwepêşandêr weke dijmin bi nav kir û gefa darvekirinê li wan xwar.

Serhildan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevî gefên hêzê dewleta Îranê didome.

Çalakiyên ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpêkir Îro di roja xwe ya 95’an de ye.

Îro jî welatiyan guh nedan gefên hêzên dewletê û gireva giştî destpê kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gireva giştî dest pê kir

Di serî de li ser asta Rojhilatê Kurdistanê, li Sine, Kamîran, Seqiz û gelek bajarên din welatiyan deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar

Li bajarê Bokanê jî merasîma oxirkirina cangoriyê bi navê Mihemed Hecî Resûl-pûr hebû.

Hate zanînê ku Mihemed Hecî Resûlpûr li zindanên Îranê rastî îşkenceyê hatiye û ji ber wê di dema rakirina nexwaşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye.

Li ser asta Îranê jî bi heman awayî li gelek bajaran girev û çalakî hebûn.

Bi heman awayî li bajarê Qeşmê jî karker neçûn ser kar.

Tê payîn ku gireva giştî sê rojan dewam bike.

88 Rojan ji 2 rojnamegerên jin agahî nayê girtin

Li aliyê din, piştî 88 rojan ji herdû rojnamegerên jin Nîlûfer Hamedî û Îlahe Muhammed ên ku nûçeya qetilkirina Jîna Emînî ji cîhanê re ragihandin û hatin girtin, agahî nayê tune.

Hate hînbûn ku ev herdû rojnameger li Girtîgeha Karçakê tên girtin.

Dewleta Îranê careke din gef li çalakgeran xwar

Duh careke din jî berpirsyarê dewleta Îranê serhildana gel weke karê dijmin bi nav kir û gef li welatiyan xwar.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha gelek caran berpirsyarên dewletê behsa darvekirina xwepêşandêran kirine û ev yek rastî nerazîbûna welatiyan hatiye.

Back to top button