Gerîlayên azadiya Kurdistanê li herêma Zapê hin rêze çalakî li dar xist.
Di van çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG derbarê şerê li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek weşand.
Li gorî vê;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
18’ê Kanûnê Li qada Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amediyê û derdora gundê Sîda li dijî dagirkeran hin çalakî hatin kirin.
Di çalakiyên tîmên gerok yên gerîlayan de ku bi çekên giran li arteşa tirk dan 5 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Her wiha derb li çeperek û çekeke bombeavêj jî hate xistin.
Derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker jî HPG got:
Dagirkeran 3 caran bi çekên qedexe 8 caran bi balafirên şer, 8 caran helîkopterên êrîşê
Û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên berxwedanê bombe kirine.