Xewnên ji derve…Di 3 rojan de 235 koçber hatin xelaskirin

Li nava Derya Spî rê li ber trajediyekê hate girtin.
Keştiya Rizgarkirinê ya Geo Barents li Derya Spî 235 koçberên di nava deryayê de asê mayîn xelas kirin.

Bijîşkên Sînornenas (MSF) îro daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku keştiya wan a ji bo rizgarkirin û alîkariya koçber û penaberan li Behra Spî di sê rojên dawîn de 61 jê zarok bi giştî 235 koçber rizgar kirine.

Xebatkarên rizgarkirinê duh 45 kes rizgar kirine û diyar kirin ev kes 5 roj in di nava deryayê de asê mabûn.

Beriya niha bi hefteyekê keştiyek ku 85 koçberên Kurd tê de bûn, qasî 12 saetane di Deryaya Ege yê asê mabûn.

Koçber li ser torên civakî banga alîkariyê ya lezgîn kiribûn.

Piraniya koçberan xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Piştî astengiyan, koçberên Kurd ku asê mabûn, hemû hatine rizgarkirin.

Back to top button