PYD: şehîd şîlan baqî û hevrêyên wî bi bîra anî

PYD’ê endamên partiyê Şîlan Baqî û 4 hevreyên wê ku di êrîşekê de şehît bûbûn, di 15. salvegera şahadeta wan de bibîranî.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê bi minasebeta salvegera 15. a şahadeta endamên PYD’ê Şilan Baqî, Zekeriya Îbrahîm, Hikmet Tokmak, Nebo Elî û Hacî Cuma Elî daxuyaniyek da.

PYD’ê diyarkir ku di sala yekemîn a damezarandinê de, bi hedefgirtina pêşengê partiyê xwestin pêşî li rêxistinbûnê bigirin, lê belê PYD li ser şopa van şehîdan têkoşîna xwe mezin kir û xwe gihand îro.

PYD’ê diyarkir ku destkeftiyên 8 salên şoreşê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrî rastiya xeta partiya wan a Sûriyeke demokratîk derxist holê.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk diyarkir ku ewê bi dilsoziya berxwedana şehîdan, ji bo hemû pêkhateyên Sûrî ji bo jiyaneke azad û demokratîk wê xebatên xwe hîn zêdetir pêş bixin.

Leave a Reply

Back to top button