Însiyatîfa Nûn bang li CPT’î kir ku rewşa tendirustiya Rêber Apo eşkere bike

Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan helwesta CPT’yê û neçûyîna wê ya Îmraliyê şermezar kir û bang li saziyên hiqûqî yên NY`yê kir ku demildest serdana Îmraliyê bikin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin.

Însiyatîfa Nûn têkildarî neçûyina CPT`yê ya li girtîgeha Îmraliyê daxuyniyek da û got:

“Ruxmî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, dîlgirtina nerewa û sûcên sîstematîk ên ku desthilata Tirkiyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, lê belê civata navneteweyî, rêxistin û saziyên wê tu helwesteke cidî li hember van sûcan nîşan nedaye.”

Însiyatîfê diyar kir ku ev helwest nîşan dide ku her kes li dijî Rêber Abdullah Ocalan hevkar in, ji edaletê dûr ketine û tenê li berjewendiyên desthilata Tirk digerin.

Însiyatîfê di dawiya daxuyaniyê de bang li CPT kir ku bilez serdana Îmraliyê bike, rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike nemaze ku li herêmê diyardeyên xwezayê yên xetere rû didin wek erdhejan.

Her wiha di daxuyniyê de gotin, em dev ji piştevaniya doza adil a Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî bernadin.

Ji CPT’yê serdana ji bo Tirkiyê: Mêyî biçe Îmraliyê vegeriya

Back to top button