Ji CPT’yê serdana ji bo Tirkiyê: Mêyî biçe Îmraliyê vegeriya

Hate diyarkirin ku heyeteke CPT’ê di navbera 13-22’ê Sibata 2024’an de ji bo vekolana pêkanînên li ser kesên di girtîgehên ewlekariya bilind de tên kirin, serdana Tirkiyeyê kir.
Lê CPT bêyî serdana Îmraliyê bike vegeriya.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) ji bo vekolana pêkanînên li dijî kesên di girtîgehên ewlekariya bilind de tên girtin, hat ziyaretkirin.

Li gorî daxuyaniyê, têkildarî rewşa girtiyên ku niha li Girtîgeha Cezayê Giran a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin, têkildarî têkiliyên wan ên bi rayedarên peywendîdar, bi taybet bi derve re, hin mijar jî hatin rojevê.

Her çend mijarên der barê Îmraliyê de bi rayedarên Tirk re hatibe kirin jî, tê fêmkirin ku tu serdan li Girtîgeha Îmraliyê nehatiye kirin.

Dema ku saziyên cezayê yên ku heyet ziyaret kirine hatine nivîsandin, Îmraliyê di lîsteyê de cih negirtiye.

Girtîgehên ku şandeyê ziyaret kir ev in:

Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa S a Îdirê, Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 3 a Maltepe ya ji bo welatiyên biyanî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şandeyê bi Wezîrê Edaletê, Alîkarê Wezîrê Edaletê, Midûrê Giştî yê Girtîgehan û rayedarên payebilind ên wezaretên dadê û derve re hevdîtin pêk anîn.

Hat ragihandin ku bi Serokê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê Muharrem Kiliç re, bi navê Serokê Mekanîzmaya Pêşîlêgirtina Neteweyî (NPM), endamên Lijneyên Şopandina Girtîgehên Enqereyê û nûnerên saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê re hevdîtin hatine kirin.

Her wiha hate gotin ku di dawiya serdanê de şandeyê çavdêriyên xwe pêşkêşî rayedarên Tirkiyê kirine.

Back to top button