Hêlîn Umît: Ciwanên Kurd di polîtîkayên qirkirinê de tên derbaskirin

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît polîtîkayên li ser ciwanên kurt ku tê meşandina axivî.
Hêlîn Umît diyar kir ku ciwan di qirkirinê de tên derbaskirin û bi vê re dixwazin civaka Kurdistanê teslîm bigirin û got: “Ez dikarim bibêjim ku divê hemû ciwan li hemberî komkujiya welatekî û êrîşên li ser çanda jinên Kurd bi derketinên çiyê bersivê bidin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît ji bo ciwanan axivî.

Hêlîn Umît di despêka nirxandinê xwe de wiha wiha bahsa polîtîkayê deshilatdari ye dike..

“Jinên ciwan ên Kurd di serî de bi qirkirina fîzîkî û bi awayên curbecur tên kolekirin.

Di qirkirinê de tên derbaskirin û bi vê re dixwazin civaka Kurdistanê teslîm bigirin.

Di vî warî de pêwîst e pergala şerê taybet baş were zanîn. Di vî warî de qelsiyek heye.”

Hêlîn Umît: Şiyarbûn ne bes e, rêxistinkirina zanebûnî pêwîst e

Hêlîn Umît di dewama nirxandinê xwe de bang li ciwanan kir ku şiyarbin û got:

“Ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku şiyar bibin.

Divê hişyar bin, ji ber ku li welatê me, li erdnîgariya ku em lê dijîn şer heye.

Mêtingeriya qirker rastiya desthilatdarî û dewletê ewqasî hovane kiriye ku her kes û her tiştî bi taybet jinên ciwan dike hedef. Ji ber vê yekê hişyariyek cidî hewce ye.

Her wiha divê bikevin nava rêxistinên ku wê hişmendiyê tûj û xurt bikin.”

Hêlîn Umît: Starbûyîn bi tevlîbûna YJA Starê pêkan e

Hêlîn Umît di nirxandinê xwe de diyar kir ku starbûyîn bi tevlîbûna YJA Starê pêkane û got:

“Ez dikarim bibêjim ku divê hemû keçên ciwan li hemberî komkujiya welatekî û êrîşên li ser çanda jinên Kurd bi derketinên çiyê bersivê bidin.

Hêza me ya parastinê ya sereke YJA Star e. Bi tevlîbûna YJA Starê dibe star.

Felsefeya Rêber Apo, felsefeya azadiyê ye.

Azadî bi bidestxistina asteke exlaqî û polîtîk ve girêdayî ye.”

Hêlîn Umît: Bi felsefeya Rêber Apo re bijîn û bixebitin

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di dawiya nirxandinê xwe de wiha got:

“Di vê pergala kapîtalîst de, pergala şaristaniya serdest a mêr, sîstemeke ku bêexlaqiyê bi hemû hêza xwe li ser jinan ferz dike.

Ji ber vê yekê divê her jinek ciwan li ser îradeya xwe ya xurt bisekine.

Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku bi felsefeya Rêber Apo bijîn û bixebitin.”

Back to top button