Amedekariya mîtinga Stenbolê ya DEM Partiyê

Sibe wê li Esenyurtê “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” bê li dar xistin.
Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Nûrten Karagoz ji bo “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” banga tevlibûnê kir û got: “Em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser bikevin.”

Sibe wê “Mitînga Demokrasî û Azadiyê” bi pêşengiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî) ya Stenbolê bê lidarxistin.

Amadekariyên mîtîngê bi civînên gel û belavkirina belavokan dewam dikin.

Gel dê ji 39 taxên bajêr bi wesayîtan sewqî qada mîtîngê bibin.

Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nûrten Karagozê derbarê mijarê de axivî.

Dê mîting 25’ê Sibatê pêk were

Nûrten Karagozê diyar kir ku heya tecrîd bidome dê têkoşîna kurdan û dostên wan jî bidome û got:

“Meşa Mezin a Azadiyê’ ku di navbera 1-15’ê Sibatê de pêk hat ji bo hemû gelan pir girîng bû.

Meşê nîşan da ku pêwîst e gelê kurd ji nû ve motîve bibe û dakeve qadan.

Di vî warî de ‘Mitînga Demokrasî û Azadiyê’ ya ku wê di 25’ê Sibatê de pêk were, ji bo Stenbolê mitîngeke girîng e.

Ji DEM Partiyê banga tevlîbûna girseyî

Karagoz bang li hemû pêkhateyên bajêr kir ku beşdarî mîtîngê bibin û ev got:

“Gel ji me baştir dizane ku bêyî misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêk çareser nabin.

Ji bo wê jî divê her kes beşdarî mitîngê bibe û piştgiriyê bide mitîngê.

Em ê di 25’ê Sibatê de li Qada Esenyürtê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi serkevin.”

Li Bakurê Kurdistanê xebatên hilbijartina xwecihî

Back to top button