Li eyaleta Teksas a Amerîkayê şewata daristanê

Li eyaleta Teksas a Amerîkayê li qadekî biçûk li daristanê şewat derket. Ji ber germahî û bayê bi lez belav bû.
Bajarokeke nêzî cihê şewatê hat valakirin.

Waliyê Teksasê Greg Abbott bi belavbûna şewatê ji bo 60 bajarokên cuda peyamek rewşa bi lez belav kir.

Hat ragihandin ku şewat heta niha li qadeke 780 kîlometir belav bûye û heta niha li tu nuqteyê nehatiye kontrolkirin.

Dema ku Walî Abbott hişyarî da gel ku bila baldar bin, ji ber şewatê li hin herêman rê ji çûnûhatinê re hatin girtin.

Li wîlayetên Hemphill û Hutchinson ên nêzî sînorê Oklahomayê gelek şewat derketin.

Senatorê Eyaleta Teksasê Kevin Sparks anî ziman ji bo bajaroka Canadian ku bi qasî 2 hezar kes lê dijîn, ku 100 mîl li bakurê rojhilatê Amarillo ye û deverên din fermana valakirinê hat dayîn.

Back to top button