Di roja 145’an ya şerê li Xezayê de bi dehan kesên din mirin

Ji duh heta îro li Xezayê di navbera Hemas û Îsraîlê de şer û êrişên giran qewimîn.
Hat ragihandin bi dehan kesên din hatin kuştin û birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand di şer de 2 leşkerên wan yên din hatin kuştin.

Şerê Hemas û Îsraîlê 145 roj li pey xwe hişt.

Li Xezayê şer û êrişên giran nasekinin û rojane bi dehan kes tên kuştin û birîndaran dibin.

Ji duh heta îro li gelek deverên bajêr şer û êrişan giran qewimîn. Hat ragihandin di şer de bi dehan kesên din mirin û birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê: Li Xezayê 2 leşkerên me hatin kuştin

Têkildarî şer artêşa Îsraîlê daxuyanî da û ragihand di şerê li Şerîda Xezayê de 2 leşkerên wan yên din mirine û 7 jî birîndar bûne.

Hat diyar kirin li taxa Zeytûn ya bajêr ji ber teqîna bombeyan ev leşker mirine û birîndar bûne.

Tevî van, ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve 582 leşkerên Îsraîlê mirine, 2 hezar 988 jî birîndar bûne.

“120 nexweşên ku rewşa wan girane divê bên derxistin”

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihand ku li Nexweşxaneya Nasir ya li herêma Xan Yunus 120 kesên ku rewşa girane divê bên derxistin.

Wezaretê diyar kir ev kesên nexweş ji ber nebûna dermanan nikarin bên tedawî kirin û li ber mirinê ne.

Her wiha wezaretê eşkere kir ku li herêma Beyt Lahiya du zarokên piçûk ji ber birçîbûnê mirine.

Filistînê ji bo ku Îsraîlê rawestîne bang li Amerîkayê kir

Rêveberiya Filistînê jî ji bo ku êrişên Îsraîlê rawestîne bang li Amerîkayê kir.

Têkildarî mijarê Berdevkê Serokatiya Rêveberiya Filistînê Nebil Ebû Rudeyne ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê beşdarî civîna Wezîrên Enformasyonê ya Rêxistina Hevkariya Îslamî bû li ser rewşa Xezayê daxuyanî da.

Ebu Rudeyne diyar kir ya ku li Xezayê diqewime qirkirine û got,

“Îsraîliyên ku Amerîka piştgiriyê dide wan Filistîniyan dikujin û dixwazin wan ji cih û warên wan derxin. Divê Amerîka fermanê bide Îsraîlê da ku êrişên xwe rawestîne.”

Netanyahû: Heta serketinê wê êrişên me dewam bikin

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî bersiva serokê Amerîkayê Joe Biden da ku gotubû “bi kuştina sivîlan wê piştgiriya navnetewî ya ji bo Îsraîlê kêm bibe.”

Netanyahû eşkere kir ku piştgiriya Amerîkayê ya bi Îsraîlê re dewam dike û got,

“Heta serketinê wê êrişên me dewam bikin. Ji bo piştgiriya navnetewî ya bi Îsraîlê re min kampanya dîplomatîk da meşandin û me serketin bi dest xist.”

Ji bo agirbesta li Xezayê xebatên navnetewî didomin

Back to top button