Ji bo agirbesta li Xezayê xebatên navnetewî didomin

Ji bo agirbesta li Xezayê û berdana dîl girtiyan hevdîtinên navnetewî didomin.
Şêxê Qeterê û Serokê Hemasê li Dewhayê hevdîtin pêk anîn.
Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ragihand ku Îsraîlê qebûl kiriye ku di meha Remezanê de operasyonên leşkerî rawestîne.

Ji bo rawestandina şerê li Xezayê hevdîtinên navnetewî didomin lê heta niha encameke şênber bi dest neketiye.

Misir û Qeter xebatên navbeynkariyê yên di navbera Hemas û Îsraîlê de dikin.

Herî dawî 13 Sibatê li Qehîreyê û 23’ê Sibatê jî li Parîsê li ser mijara agirbestê û bi hev guhertina dîl girtiyan civîn pêk hatibûn.

Şêxê Qeterê û serokê Hemasê li Dewha’yê hevdîtin kirin

Şêxê Qeterê Temîm El Sanî û Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Haniye li ser rewşa Xezayê û pêkanîna agirbestê hevdîtin kirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Îmaratê ya Qeterê hevdîtin li qesra Lusail ya li Dewhayê pêk hatiye.

Hat diyar kirin şêxê Qeterê piştigiriya Qeterê ya bi gelê Filistînê re ragihandiye û xwestiye dewleta Filistînê bê avakirin û parçebûna di nava komên Filistînî de jî bi dawî bibe.

Ji bo Hemasê pêşniyaza 40 roj ya agirbestê û berdana dîl girtiyan hate kirin

Hat diyar kirin di hevdîtinên li Parîsê de, pêşniyaza 40 roj rawestandina hemû operasyonên leşkerî ên li Xezayê û li hemberî 400 Filistniyên di destên Îsraîlê de berdana 40 dîl girtiyên Îsraîlê li Hemasê hatiye kirin.

Hat diyar kirin di çarçoveya pêşniyaza agirbestê ya ku hatiye kirin de, wê nexweşxane û firinên li Xezayê bên çêkirin û rojane 500 wesayîtên alîkariyê derbasî bajêr bibin.

Biden: Îsraîl wê di meha Remezanê de operasyonan rawestîne

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî eşkere kir ku Îsraîl wê di meha Remezanê de êrişên xwe yên leşkerî ên li Xezayê rawestîne.

Biden ku beşdarî bernameyek kanala NBC bû derbarê mijarê de axivî û wiha got,

“Îsraîlê di rêgez de qebûl kir ku wê di meha remezanê de xebatên xwe yên leşkerî ên li Xezayê rawestîne. Li hemberî vê yekê Hemas jî wê dîl girtiyan berde.”

Biden diyar kir hejmareke zêde Filistîniyên ku li Refahê bi cih bûne, beriya êrişa Îsraîlê ya li dijî Hemasê wê bikaribin ji vê herêmê veqetin.

Biden beriya vê hevpeyvînê duh li New Yorkê daxuyanî dabû û diyarkiribû ku bi destppêkirina meha remezanê re wê roja duşemê agirbest bikeve meriyetê.

Duh jî Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan ragihand ku Misir, Amerîka, Îsraîl û Qeterê li ser pêkanîna agirbesta li Xezayê û berdana dîl girtiyan li ser mijarên sereke li hev kirine.

Borell: Îsraîlê ji bo parçekirina Filistîniyan piştgirî da pêşketina Hemasê

Nûnerê Polîtîkaya Ewlekariyê û Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell jî rexneyên tund li Îsraîlê kir.

Borell ku li dibistaneke kar ya li paytexta Spanya Madrîdê de axivî, diyar kir ku Îsraîlê ji bo ku Filistîniyan parçe bike piştgirî da pêşketina Hemasê.

Borell di meha debasbuyî de jî heman nirxandin kiribû û gotubû, “Îsraîlê ev koma radîkal ya îslamî ava kir û piştgiriya darayî kir.”

Di roja 144’an a şer de li Xezayê 96 kesên din hatin kuştin

Back to top button