2 yarîgehên nû li Qamişlo tên amadekirin

Nivîsgeha Înşaatan a Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê li Qamişlo dest bi avakirina 2 yarîgehên giyayî yên futbolê kir.

Yarîgeh niha di qonaxa avakirinê de ne, yek li rojhilatê bajêr di stargeha heysem Kejo de û yek dê di bajarê wezrîşê ya Şehîdên 12’ê Adarê de ya nêzîkî bajêr de be.

Rûbera her yarîgehekê hezar û 500 metredam, bi dirêjiya 50 metre û penahiya 50 metreyan ne.

Rêveberê tîma Peyman a futbolê ya Jinan Mihemed Eko têkildarî mijarê axivî.

Mihemed Eko destnîşan kir ku werzîşvan û tîmên Qamişlo ji ber bihabûna kirêya yarîgehên giyayî yên zehmetiyan dibînin û ev herdu yarîgeh dê barê werzîşvanan sivik bike.

Yanîrgeh li gor pîvanên werzîşî yên baş in, ku serbanê wan vekirî ye û erda wan jî giyayî çêkirî ye.

Rêveberê nivîsgehê Muhened El Ehmed diyar kir ku herdu yarîgeh dê ji bo dibistan û tîmên futbolê berdest bin û li ber hemû werzîşvanan vekirî bin.

Back to top button