Şêniyên Tirbespiyê: Em ê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê bê wate bikin

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk û hevgirtin rêya yekane ya şikandina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ye”.

Şêniyên Tirbespiyê Welatiya Ereb Muntaha Meter tecîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got:

“Tevlîbûna jinên Ereb li qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Firkê Rêber Abdullah Ocelan li xweşiya dewleta Tirk a dagirker û pergalên cîhanê yên dijberî gelan nehat.

Ji ber vê tecrîdeke giran ser Rêbertî ferz kirine.

Emê çalakiyan dewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were”.

Welatiya Êzîdî Gulê Behdî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan wiha şîrove kir:

“Ev tecrîd li dijî hemû rêxistin û kesên bi fikra wî bawer in.

Hevgirtin û tevlîbûna aktîf a gelan wê tecrîdê bê wate bike”.

Ehmed El Elî jî derbarê bêdengiya hemberî sûcên li dijî Rêber Apo de got:

“Bi perwerdeya bîrdoziya Rêbertiyê em kesayeta xwe û civakeke demokratîk ava dikin, tecrîdê bê wate dikin”.

Back to top button