“Yekîtiya gelên heremê êrişên dawî têk bir”

Siyasetmedaran destnîşan kir ku yekîtiya gelên heremê û pisporiya QSD’ê hemû planên li dijî aramiya herêmê têk birin û derbeyeke mezin li dijmin da.

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Ehmed El Xelef têk birina êrişên dawî wiha nirxand:

“Êrişên dawîn ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî li dijî Dêrazorê li ber çavên cîhanê bi armanca têkbirina neteweya demokratîk bûn.

Têkbirina êrişên dawî, derbayeke mezin bû. Ev yek delîlê xurtbûna artêşa me careke din nîşanda.

Me ew êriş têk birin, zanabûna gelê me û rûspiyên deverên rizgarkirî xwedî roleke sereke bûn ku li gor bingehên neteweya demokratîk tev geriyan.”

Serokê nivîsgeha organîzekirinê ya Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Yasir El Kurdî jî got:

” Girankirina êrişan encama civîna Astana ya hikumeta Şamê, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker e.

Divê rêxistinên têkildarî mafên mirovan ji bêdengiya xwe derkevin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku sûcên xwe rawestîne.

Bêdengiya hêzên navneteweyî rê li pêşiya Tirkiyeyê vedike ku zêdetir komkujiyan pêk bîne.”

Back to top button