Fikrên Abdullah Ocalan ji gelên cîhanê re bûn hêvî

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi beşdariya bi hezaran kesî wê bi navê ‘Dema hêviyê’ konserek bê lidarxistin û daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin.

Konser wê îro bi pêşengtiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê û Rete Kurdistan Îtalya bê lidarxistin.

Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê ya Îtalyayê jî piştevaniyê jê re dike.

Saziyên amadekar ji bo tevlîbûna li çalakiyê bang kirin û işaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apokirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêber Apo li gel pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn her wiha bi tezên xwe yên li ser demokrasiya radîkal û Konfederalîzma Demokratîk ji gelên cîhanê bi taybetî jî gelên herêmê re bûye hêvî.

Her wiha hate bibîrxistin ku dewleta Tirk ji bo têkbirina destketiyên herêmî yên Kurdan êrîşên giran dike.

Komîteya amadekart di dawxuyaniyê de taybet balkişand êrişên tirkiyê yên li ser Rojava û gotin: Divê şoreş Rojava ya ku DAIŞ’ê têk bir û li ser fikrekî azad avabûye bê parastin.

Çalakî wê saet di 18:00 de destpê bike

Back to top button