KNK’ê ji ber wefata Beytocan peyameke sersaxiyê weşand û got, “Beytocan semyaneke hunerî li pey xwe hêla. Ew li asîmanê hunera gelê Kurd stêreke geş bû û diçirisî.
Ew evîndarê gelê xwe û kovandarê welatê xwe bû.”
Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê ji ber wefata hunermendê Kurd Beytocan peyameke sersaxiyê weşand.
Di destpêka peyamê de hate gotin, “Em Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya KNK’ê, ji ber wefata hunermendê Kurd Beytocan xemgîniya xwe diyar dikin.”
KNK’ê got:
“Beytocan semyaneke hunerî li pey xwe hêla. Ew li asîmanê hunera gelê Kurd stêreke geş bû û diçirisî. Ew evîndarê gelê xwe û kovandarê welatê xwe bû.
Em bawer dikin ku wê şewqa hunera wî cîhana hunermendiya gelê Kurd û Kurdistanê ti caran bê ronahî nehêle.”
KNK’ê sersaxî ji gelê Kurd û Kurdistaniyan, ji dost û hezkiriyên wî re, ji malbata wî re xwest.