TEV-Çand bi peyamekê sersaxî ji malbata Beytocan re xwest

Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi peyamekê ji ber koça dawî ya hunermend Beytocan sersaxî xwest û teqezî bi berdewamkirina hunera kurdî kir.

Di peyamê de, tevgerê destnîşan kir ku hunermend Beytocan mîraseke dewlemend a cîhanî hişt ku tevahî gelên herêmê sûd jê girt û wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker û qirker, gelek avantaj ji hunermendê nemir re pêşkêş dikir. Lê hunermend Beytocan, tawîz neda.

Berdewamkirina têkoşînê israr kir. Agirê di dilê wî de gûr bû, ya azadiyê bû.

Wî jî, ew agir veguhast dilê gelê Kurd.

Di peyamê de tevgerê sersaxî da gelê Kurd û diyar kir ku dê hertim hunermend Beytocan bibîrbîne û dê wefadarê mîrasa wî ya hunerî be.

TEV ÇAND Ewropayê ji bo Beytocan peyama sersaxiyê weşand

Back to top button