Li Kelarê bi boneya 32’emîn salvegera damezrandina Rêxistina Zarok-parêzî ya Kurdistan û 21’emîn salvegera damezrandina Navenda Çalakiyên Ciwanan ya Kelarê pêşangehek ji bo 20 jinên fêr-xwazî yên beşa şêwekariyê hate vekirin.
Pêşangeh ji 35 tabloyên 20 xwendekarên jin pêk tê, ku piraniya wan di warên xweza, jin, portreyên şexsî, model û kêşan de xêz kiribûn.
Şêwekara jin û beşdara pêşangehê, Cîlan Mecîd ji Rojnews’ê re axivî û got:
“Ji zarokatiya xwe ve jêhatiya min ya xêzkirinê hebû.
Min sala 2018’an dest bi wêne-kêşiyê kir, heta niha min 15 tablo çêkirine û bi tabloyekê beşdarî vê pêşangehê bûm.
Cîlan Mecîd weke jineke şêwekar bang li jinan kir ku jêhatî û behreyên xwe veneşêrin û nîşan bidin.