Heyva Sor a Kurd ragihand ku ji bo destekê bidin kesên ziyan di erdhejê li wan bûye, pêngavek ji bo komkirina alîkariya daye destpêkirin.
Heyva sor a kurd alîkariyan kom dike
Heyva Sor li ser malpera xwe diyar kir ku wan li hemû konên stargehê li piraniya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî, dest bi pêngava komkirina alîkariyan kiriye.
Heyva Sor eşkere kir ku ew ê vê alîkariyê bighînin ziyanmendên erdhejê.
Weke encam jî, heta niha Heyva Sor barekî alîkariyan şandiye Şêxmeqsûda Helebê.