Fermandariya Navenda ya Amerîkayê CENTCOMê ragihand ku ji bo mijara alîkariya bi gelê Sûriyê re, ew peywendiyê bi Hêzên Sûriya Demokratîk û Pentagonê re dikin.
Centcoma Amerîkî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 7 sibatê li Filorîda tîmine zêdekirina alîkariyan ji bo Sûriyê û Tirkiyê ava kirine.
Fermandariya Amerîkî eşkere kir ku ji bo alîkariyan ew di rewşa heyî de, li gel Wezareta Parastinê ya Amerîka û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di nava kordîneyê de ne.
Ev daxuyaniya amerîkî di wextekê de tê ku QSD’ê û Rêveberiya Xweser hewl didan alîkariyan bişînin ji bo gelê Sûriyê, lê komên çete yên dewleta Tirk a dagirker rê nedidan.



