Rêveberiya Xweser alîkariyê dişîne Bakurê Sûriyeyê

Ji bo qurbaniyên erdhejê yên bakurê Sûriyeyê Rêvberî dê bibe alîkar.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Alîkarî ji bajarê Minbicê ber bi Deriyê Um Celûd ve rêkirin.
Di vê navberê de Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd raghand ku divê deriyên sînorî bên vekirin.

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê rû da, gelek bajarên Sûriyê dane ber xwe.

Li Heleb, Lazqiye, Tertûs, Hema û Idlibê, malwêranyeke mezin çêbûye..

Her ku diçe jî hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo qurbanên erdhejê yên bakurê Sûriyeyê alîkarî derxist rê..

Lê li benda erêkirina aliyê din e ku barhilgirên alîkariyê derbasbikin

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser û endamê şaneya krîzê Ciwan Mele Îbrahîm têkildarî mijarê axivî.

Ciwan Mele Îbrahîm diyarkir ku Rêveberiya Xweser kamyonek alîkariyên mirovî amade kiriye..

Niha li deriyê Um Cilûd ê Minbicê yê li hember herêma Cerablusê li benda erêkirina derbasbûnê ye.

Li ser banga şaneya krîza erdhejê ya Rêveberiya Xweser Rêveberiya Giştî ya sotemeniyê jî 100 tankên mazotê amade kirine.

Ev tank wê ji bo deverên ku ziyan dîtine bên şandin ..

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya sotemenoyê Ebîr Xalid got:

Me duh qefla yekê ber bi Deriyê Um Celûd ve rê kir ..

Lê em li benda êrêkirina aliyê din in..

Ebîr destnîşan kir ku dê xebat ji bo şandina mazotê ji bo van herêman bidome.

Bedran Çiya Kurd: Divê deriyên sînorî ji bo alîkariyan bên vekirin

Hemwextî vê yekê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd bi nûnerê DYA’yê Nicholas Granger bi riya zoomê re hevdîtin kir..

Bedran Çiya Kurd tekez kir ku divê deriyên sînorî, ji bo derbaskirina alîkariyan ji herêmên erdhejê re, bên vekirin.

Granger jî aliyê xwe ve da zanîn ku welatê wî dê alîkariyên mirovî yên lezgîn bişîne herêmê.

Back to top button