Parêzer Mistefa bang li CPT kir: Rewş Îmraliyê eşkere bike

Endamê Desteya Parastina Rêber Ocalan, Cibraîl Mistefa bang li NY`ê kir ku li hember mafê diyarkirina çarenûsê yê gelê Kurdistanê, bi rola xwe rabe.

Cibraîl Mistefa diyar kir ku cezayên dîspilînê têgehek siyasî ye, dewleta Tirk wê li dijî Rêber Ocalan bi kar tîne û got:

“Her kes dizane ku dadgeha Tirkiyeyê ne serbixwe ye û di xizmeta berjewendiyên hikumeta Erdogan de ye.

Li ser vê esasî qanûn tên danîn û ferzkirin.”

Mistefa destnîşan kir ku qanûnên dewleta Tirk ne rewa ne û wiha dom kir:

Rêxistinên navneteweyî û hiqûqî jî li hember vê rewşê bêdeng in.”

Mistefa bang li CPT`ê kir ku şandeyekê ava bike, tavilê biçe Îmraliyê û rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bike.

Her wiha bang li NY`ê kir ku li hember mafê diyarkirina çarenûsê yê gelê Kurdistanê, bi rola xwe rabe.

Back to top button